Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Were canim ko çi nazikweres în Ji gul û nesterînan em te bes în Tu şehinşahê besî min ji butan Ne muhib her ne kes û xar û xes în Ji xweh xanim vedînakî me bi tîx Tu nebat î we li teb`ê meges în Her şevem ne`rezenan ta bi seher Be segê koyê tu ra hemnefes în Bê tu billah nebûyîn yek nefesek Me tu yî rûh û mucerred qefes în Cezbe dil radihejînit ji me lew Di şevan nale ji rengê ceres în Me ji zulfên di butan reştir e bext Seheran tête perî pê nehisîn Were meyxaneyê şahidperesan şem`ê te er ne biêsîn çi kes în Me ji narî diye nûra te di dil Lew ji `işqa te her ateşperes în `Eynê `işq în û di dil ateşê tor Ji sena berqê cemalê qebes în Te divê dawê birî bit nihe da Bibirim ser bi du enguşt meqes în Gerçi yekser li rexên fîl-i sifet Rast û çep bazî li seyr-i feres în Bi meyê şafî bidîn xerqeyê zerq Bi xerabatê muxan er biresîn Em qedîm bade dinoşîn ji tuhûr Lew muqîm mest û xumar û teles în Me şevan cam di kef û yarê di ber Hey hey û suhbet û mîrê `eses în Me sera perdeyê horan e meqam Ji siya zulfê butan er verisîn Qelbê e`yan dikirit hub we wucûd `Işqê iksîr e we em sîm û mes în Mulhimê xeybê weh imla dikirit Meded û feydê ji rûhu l-qudus în Cewherê `alî ye `unşur me Mela Bi-l-heqîqet ne j’ xewar, estuqus în

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz