Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu dizanî bi Xudê min tu xiyal î şeb û roz Bi xiyala xwe medam min tu li bal î şeb û roz Her bi mîzan direşînî cegerê tîr û xedeng Ji neseq şa`iqe me j`qewsê hilalê şeb û roz Mislê goyîn te rewan nal ji dilê miskîn-i tên Em nizanîn tu çira her we dinalî şeb û roz Te bi firyad û fixanan bi xwe bilbil ker-i kir Ellah Ellah ji çi derdî we dikalî şeb û roz Da ko dilber qedemê lê binihed rewşen-i kit Lew tu xwînê we ji çehvan vedimalî şeb û roz Te tinê zewq û şefa kir bi şeyên dilberê ra Sernixwîn geh şubê nûn geh weko dal î şeb û roz Fetweya pîrî Mela yan tu bi ilhamê nebî Vê meyê herwe dinoşî bi helalî şeb û roz

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz