Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tor im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez Ateşperes û nûra tecella yim ez Barî ji »we-`ellem« ko xeberdar-i kirîn îro tu bizan ademê esma yim ez Inşa`ê `ulûmê ledunî çunke mi zanî Zanî bi heqîqet ko çi inşa yim ez Herfên reqemê lewha wucûda mi bixwan Da qenc-i bibînî ko çi imla yim ez Zahir tu perîşaniya halê mi nebîn Mecmu`ê di zatê xwe we tuxra yim ez `Alem çi ye i`rab û hurûf û kelîmat in Ew nuqte di nefsa xwe û me`na yim ez Sed Nîl-i we tên û diderin qelbê me Pê nahisihîn qulzem û derya yim ez Tu ji nusxeya tewhîdê mexwîn ayeta nefyê Bê aleta isbatê ko illa yim ez Sed neql û riwayet di meya şaf-i mûyek îro ko ji pîrê xwe bi fetwa yim ez Peyweste tu her bang-i mekî şubhetê ney Bê yar û mey û saz-i mi go nayim ez Herçî te bivêtin ji me wer can bi xwe bit Cana bike ferwar-i vewesta yim ez Sed şîş-i li dil dane ji mihrê me Mela Lew her bi fixan mislê ney û nay im ez

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz