Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu `eded Di qidem da ezel û `eynê ebed herdu yek in Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne ebed Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi ehed Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi hebab Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn Ne ko `ewrek heye lê girtiye çehvên me remed Husna zatê but û latan ji cemala semed e Ji misala senemê we ko tecella ye semed Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî şubhê zebed Kulle yewmin huwe fî şe`nin nebî xafil-i jê Her peyapey ji şu`ûnan dikirit feyd û meded Ger di Adem bidiya sirrê `ilim Iblîsî Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi `eded çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi cesed Ser bi `iczê didirit quwwetê derrake-i ma Rece`e l-`eqlu kelîlen we-meta qame qe`ed Hîret û `icz e serencam-i di babê nezerê Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed Guftûgoyê me`rifet çendî Mela peyda bikî Gewhera me`rifetê nagihetê kes bi xired

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz