Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
şimşad-i xeram û serw-i xennac Canan dibirit bi `işwe tarac Min dî seherê di xewab-i mestî Bê deng tezeru û lal-i durrac Bişkiftî ji xunçe nêrgiza mest Bû ferq-i ji ser qedîfe dîbac Cebhet keşifî ji şubh-i sadiq Nûrê ko veda li ser şebê dac Elmasî numane şubhê mişrî Danîn cegerê me dil kir amac Nesrîn û binefşe tewwizandin Mawerd direşand-i şûşe`ê `ac Cohtê hebeşan bi-terfeti l-`eyn Anî qederek ji Espehan bac Sîma ko numa nema li hiş sîm Sîmab-i ji xecle ma ji ixrac Mir`atê sikenderî li pêş e Behrun we-lehe l-`ukûsu emwac Dora qemerê ji ber şefeq da Ko spêde li ferqê ser niha tac çerxefelek û melek dibazin şemsun we-kewakibun we-ebrac Zuhre bi qeranê qab-i qewseyn We- n-necmu iza hewa bi-midrac Dengê melekan zimêhne zimzim Erwah-i ji `işqê têne mi`rac Dil behr e we sed hezar-i mewc in Zahid çi xeber ji behra mewwac Borî we bi xencekê Mela kuşt Ew xunçeleba delal û xennac

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz