Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Serê zulfa te bi kullabê du`a Hate destê mi bi cellabê du`a Sofîyê xelwenişîn bêne sucûd Herdu birhên te ne mihrabê du`a `Erdê kê dê bikirim sûretê hal Ko tu yî qibleya erbabê du`a Ji du`ayê qedehek derdest e Her seher mestê meya nabê du`a Gulê iqbalê ji gulzarê qebûl Mi çinî bû di şekerxwabê du`a Ber du birhên te ji ixlaş û yeqîn Mi dibir secde bi adabê du`a Ji dilek şafî tu mihrabê bibîn Secdeyek lazim e der babê du`a Mi di dil `urwet-i wusqa ye bi dest Ji senaya te ser elqabê du`a Ji ezel yek cihetî daye Melê Her me ixlaş e ji esbabê du`a

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz