Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Şerbeta lam û beyan ez bi heyatê nadim Badeya le`lê bi ava zulumatê nadim Hor û wildan û perî cumle cema bin îro Mûyekê pê ji xetê wê but û latê nadim Ger bidit destê tewafa pê û destan bigirim Wê mecalê bi wuqûfa `Erefatê nadim Ez û yar ger şevekê herdu hemaxûş bibîn Leyletu l-qedr e me ew şev bi beratê nadim Canê şêrîn ko ji yar ra bi xwidan ez dikirim Ne bi yarê xwe di weqtê sekeratê nadim Şerbeta zehra helahil ko hebîbê me bi dest Bi gulab û şeker û qend û nebatê nadim Ne bi qanûn ko işaret bi şifa`ê bikirit Ez hilakê xwe di `işqê bi necatê nadim Telbe kir weslê ji dilber mi bi `unwanê zekat Go tu `ebd î we bi `ebdê xwe zekatê nadim Wê bi peykê bikirîn mat-i reqîbê dîsa Bi rex û fîl û feres ez şeh û matê nadim Di semaya seherê dest bi kes dî îro xeyr-i şîrînqed û mewzûnherekatê nadim Hate destê me di reqsê we digo bil ji Melê Dest bi kes dî di semaya ko Mela tê nadim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz