Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ser didit ab-i kewserê Zemzeme û semayê zulf Saye numayê xawerê Sidre`ê muntehayê zulf Saye numayê cebhetê Neqş û xetê ji qudretê Nuqte û herf û cezme tê Bal û perên humayê zulf Bal û perên sifethuma Saye li cebhetê numa Xemrî û lef çûne sema Yek bi yek ew li bayê zulf Netrik û berg û şitriyan Reqs e ji rengê xemriyan Baz û `uqab û qumriyan Seyr e seher tebayê zulf Her me ji birca sinbil e Pence di sîne û dil e Dûr û diraz û muşkil e Qişşe`ê macerayê zulf Bestine zulf-i der kemîn Helqe bi helqe çîn bi çîn Yexma dikin dilan nihîn Têne yeqîn xetayê zulf Rom û `ecem ji her teref Ceng û suwaş e wan bi xef Hindî û zengî şef bi şef Hatine ber liwayê zulf Herdem û herse`et ji nû Pêt e di sîne nar û dû Sebr û qerar-i min ji kû `Aşiq û mubtelayê zulf Zulfê siyahê bêwefa Qet me nedî ji wê şefa Kuştime ez bi sed cefa Ah-i ji dest cefayê zulf Zor û feqîr û mubtela Zahid û sofî û Mela Kuştine ew bi sed bela Kes nekevit belayê zulf

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz