Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Selwa sehîqed xemmilî Lew kemmilî mestane reqs Wer suhbetê ger qabil î Dê bêt û ret şahane reqs Mestane mestan noşanoş Qerqef di caman hate coş Ma dê bimînit kes li hoş Weqtê ko bên durdane reqs Suhbet bi sazan hate saz Pê mewwicî deryayê raz Da dil ji nû bayê mecaz Wê keştiyê sukkane reqs Mehbûb bi `eynê kewkeb in reqsa ko tê dilber hebin sed cangiramî min hebin Bavême rê erzan e reqs Girişme û raza berî `Arif venabin lê derî Hetta di nêva agirî Ew xef nebit perwane reqs Perwaneya şem`a geş în Zulfên we nazik raweşîn şewkên di dil da pê xweş în Me ji penceyên şêran e reqs `Ala we tayên qurmizîn Eşlan di ber daberizîn Nêrgiz di baxan tewwizîn Neyşekeran nîşan e reqs Weqtê ko ba bin erxewan Gulçîçek û terhên ciwan Vê ra ne bê selwa rewan `Arif li ferqa can e reqs îro şekerxendê birîn Destê spîzendê birîn Dîsa bi govendê birîn Derdê Melê derman e reqs

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz