Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
şebê qedrê li me rewşen ke tu rûhî were xweş Me ji nû xweş ke li ser çehvê şehîd bin xwe bi meş Ma li min kê nezerek lutfê ji dil xemze ye yan Bireşînî cegerê rîşê ji qewsên xwe bi weş Seherê cumle şehîdên te bi rim avêhtî Êjmarîne yeka yek me hemî şeş sed û şeş Lê şehîdên te bi ijmarê bi xencer kuştî Hê neçûn xwîn ji birînan sed û heftad û du leş Ceng-i hindî dikirin fêris û rimbazê `ereb Tûx û `ala di firingî ne kemandarê hebeş Tu binê rom û `ecem kuştine zengî di kemîn Hane her tête peyapey ji teref Rom xweş û xweş Da me şehzade bi destê xwe mubarek qedehek Ne xubarek ji xumarî û ne tundî û ne xeş Du qedeh mey bi Nişanî diderit reng-i bi reng Nêrgiza nazik û re`na we gula taze ye geş Xaliba ehlê zemanê ma Mela ademî yin Venumayin ji kerê mey reş û gayê te yê beş `Arifên ehlê beşaret ji neseq merdumê çeşm Surmepoş in di beyadê we qebayê xwe yê reş

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz