Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
şahidê qudsînişan husn e ji remza ezel Da me bi destê surê cama meya lemyezel Mey ko biçit saxerê di destê wê dilberê şondê bi xaliq dixwim roj e di Birca-hemel Dêm-i di camê me dî sur di medamê me dî Lew me ji meyxaneyê girtiye berder mezel Her ji kevanê biweş qebdezerê goşereş Gezme bi coht têne dil kes dimirit bêecel Husn û sura şûretê kes didirit qudretê Lew di eşil dûr e jê te`neyê »lemma efel« Zorbe we têtin `ereb têk-i çevandin qeşeb Qenc-i bi çehvan me dî ceng û cidala Cemel şîr û riman vêk-i ran pence birin têk-i ran Lew me dikin jêk-i ran qîme dikin dil digel Nazik û qenca şepal dil vegerînit mehal Lê ji me dê dil bibit dil bi me dit bi muhtemel Neyşeker û dêmdurê da me bi destê surê Cam û qedeh şubhê av lew me rewan tên xezel Gerçi di çehvên »ena« `alem Mela kir fena »Dûne fena babikum innehu `ebdun eqel«

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz