Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
şahidê cilwenuma qudsiyê feyrûzelibas Heçî rengê te nişan dit tu nişanê xwe binas husnê bê ayîne`ê `işqê tecellî nadit `Işqa Mehmûdî di me`na nemekê husna Eyas Herçî rengê te bivêtin xwe bibînî li-l-lah nezerê wer bide kasê çi xweş ayîne ye kas Tew şerabê bi xerabê bi nehingan de demê Dê kifayet bi çi rengî me bikin kûze û tas Remz û razên ney û nayê ko sema`î ne hemî Ji mehala te bi `eqlê xwe bizanî ji qiyas Wê dikit mexlete herdem li herîfan bi cedel Bi du caman vedixwin sîretê Ebyed-weswas Destigîrê te nebit xudrê `inayet li qidem Nagihî ab-i heyatê bi du `esker Ilyas Tu binê mah-i new û destê qedayê heyihey Ne li zer`ê felekê belkî li `umrê me ye das Tirkê xwînrîz û xumarê me bi yek xemzeyekê Zuhda çilsale li min zîr û zeber kir ji esas Ji lebê le`lê şeker yar qe nekir pirsa Melê misriyan gezme reşandin ko kişandin elmas

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz