Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
şah bi qesda kuştina min rim hejandin bêsebeb Da me çeşmê qehr û xeşmê rim li dil da go edeb Kuştiyên dîdar û dînê bêxeta her deh sed in Her seher dîsa ji nû wên têne kêrê sed celeb Dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit Merîx Mislê şemsê ger kişînîtin li wan tîxên xedeb Her mecala ew di cengê bêt û ret her carekê Rast û çep dê bêxitin sed sed bi mizraq û qeşeb Ristem û Cimşîd û Xalid, hemze yan şêrê `Elî Aferîn ya şehsiwarê tirk û rimbazê `ereb Lê li tolê asitanê çix bi wan le`lan kirin Dergehê fethê vebû îro li mehcûran `eceb Bendeyê sadiq seher amancê reştûzên xwe kir Min bi qewlê dijminan dit ber xedengan bêsebeb Leşkerê qehr û xeman wê çûn hişara dil bikin Ke`be û Beytu l-heram e lê bi nûr bêtin receb Suftiyên pir le`l û mircanan bi mujganan heta Dîde rewşen bûn bi dîna dêmdurê sîmînxebeb Ê vi xudrî ra divêt ava heyatê bit nesîb Dê bi se`y û cehdê yeksan bin li bal wî roj û şeb Xidmeta pîrê muxan dê kit kesê meqşûd e mey şîşe û cama zucacê ê divêt dê ret heleb Cewrê hindî dê kişînit her kesê tawûs divêt Gewher û durra yetîm bê terk-i ser têtin teleb xefletî ew keşşifî şîr dest bi dest hatin ceger Go xebînet’ya Mela miskîn me lê ker kir kezeb

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz