Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Remzek ji nesîmê li çemin da û xwişî Rabû ji xewê sebze û şebnem diweşî çendî xebitî dil ko bikit seyr û neşî Nêrgiza mest û xeraman di sehergeh ko meşî Bişkift-i sifet xunçe ji çara Ereşî Horên di bihiştê we perî cumle cema tên Zuhre reqqişî çeng û çexane bi xina tên Xulxul dikevîtin çimenan têk bi newa tên şemşad-i bi meş sosin û sinbil bi sema tên Ey serwê xeraman ko tu carek bimeşî çîn girtiye sirban ji seraser bi kef û kef Xwînê we dirêjin ko li şîran cemidî kef Dinya bûye leylan ji lixavan diwerit kef Rom û `ecemê girtiye oxilme bi şef şef Cohtê muxulan hatine cengê hebeşî Weşfê di cemala te bû ewwel ko sebeq da Tehsîn-i ji ustadê kelamê we bi heq da Bawer ne meha bedr-i bi enguştê du şeq da Wek zerre herê sîne ji mihra te şefeq da Bû şuhreê afaqê bi xwirşîd-i weş î Xal û nuqte û `enber û miskê te fişandî Yek nuqte ne dî kes qelemê sehwê kişandî Kafûre kirî şefhe sewadê neqişandî Kê deste ji qudret we kişandî we reşandî Qewsê du hilalan li beyadê bi reşî Hindî ko hebî xob û zerîf her di xemê ne Der xwînê cegerpareyê derd û elemê ne Wek şehde hebin da`î çi hacet qesemê ne çendî te but û latê nisarê qedemê ne I`cazê meke vê tu ji neslê qereşî Gazindê ji derd û eleman qet meke êdî Ev tali` û bextê we mubarek te li kê dî Mehşûlê muradê me ji tîra bi çepê dî Ey dil ji kevanê helek exterme şehîd î Minnet ko tu extermeyê qewsê biweşî Her gezme û awir ko ji çehvên te bi kil hat Min sîne hedef da ber û yek yek ne bi til hat Ahek me nehişt şebr û sukûn bêtehemul hat Derba cegerê bû ko me ev nale ji dil hat Ma ah û fixanan dikirit kes ji xweşî Bê keştî li ber behra firaqê erixîm ez Xewfek me hebû lew bi wisalê perixîm ez Bihnek ji wisalê me bihîst û kerixîm ez Wek tole li pê mûçih li dorê çerixîm ez çix kir me hebîbî ko tu narî biqeşî »Laxer« di zemanê xwe û şi`rê tu `ela î çendî te hebin dax û birîn têk-i bela î Rengîn-i ji derd û eleman şubhê Wela`î El-lah çi tebî`etbeşer î xwe ne Mela î Vê cewr û cefayê tu peyapey dikeşî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz