Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Qelbê me şubih zêr e ji feyda te cela girt Ma rûsiyeh û şifri-sifet reng-i şefa girt Teşbîhê bi cedwel me di nêv ateşê `işqê Dil qelbê heqîqet bit û iksîr-i hema girt Salik kî ye hatî ji mecazê bi heqîqet şûret ne şinasî yû bi me`na ne fena girt Tenha ne li min lami`ê husna te şefeq da `Alem bi xwe wê husn û cemalê di xwe da girt Teyxûn-i di destê te zehê dewlet û iqbal Herçî te birî dam-i di tora xwe huma girt Canê xwe me kir dane`ê dava ko vedayî Ahûsifet ew pê hissiya rahê xeta girt `Enqa ne şigara kes e davan tu biçîn ver Dava ko li `enqa tu vedî bad-i hewa girt Herkes seherê talibê tiştek bi çimen hat Hin sosin û hin sinbil û hin zulfê duta girt Destê me seher girt û birîn seyrê hebîbê Fi l-hali reqîbî ji hesed lerze û ta girt Ew kebkê xeraman ko di kozê li qebo hat şahînê qedayê bi texaful ji xwe ra girt Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê Bê `işweyê le`lan ne bi teslîm-i jiha girt Sebrê berê şîrîn e we ustad-i xeber da Lew dil me bi tehlî yû xeman xurrem û şa girt Her neşter û şewkên ko hebîbê me li dil da Min yek bi yek û têk-i li derdê xwe şifa girt `Aşiq ji xemê saye`ê wê camê teleb kir Pir `eql-i didêrit me ji qismê hukema girt Sef sef ne tinê gezme dibarin ji kevanan Dil kagul û zulfan di kemendê bi teba girt Dîwane`-i her tête di vê silsile û bendê Ko mustehiq e Xwisrowê xoban bi ceza girt Peyweste du fêris ji me ra daberizîn dil Zulfan bi çep û rast-i li oxilme cema girt Qewsê du hilalan ko li ser Bircê-esed bit Bû şuhre di `amê `emel enguşt-i numa girt şi`ra te Mela sihr-i şekerrîz e bi mu`ciz Zanim ji lebê le`lê te ev lefz û eda girt

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz