Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Neyşekera gerden ji `ac Dîsa ji reştûzên semed Qewsên li bala ferq û tac Keyber reşandin bê`eded Keyber reşandin bêhisab Misrî ko dan sîqal û tab Sed Ristem û Efrasiyab Kuştin li wan ker kir cesed Sed padişah û Xwisrûyan Can dan ji `işqê we rewan Nisrîn û lebsê erxewan Min dîn li bejna serwiqed Min dîn li bejna `er`erîn Tayên zubad û `enberîn Bayê seba da çenberîn Zulf çûne ser nûra semed Zulf çûne ser nûra zelal Carek were bayê şemal Biskan ji ser dêmê vemal Zulfan ji ber cotê esed Sehharê cohtê cadûyan îro ji remza ebrûyan Dil girt û da ber kaşoyan Ker kir li miskînan kebed Dil girt û da ber xenceran Kuştim nigar û dilberan Me j`destê zulma esmeran Dad û meded dad û meded Dilber ji le`lên xwey şefaf Da min meya gulgûn û saf Deryayê `işqê qaf û qaf Peyweste têtin cezr û med Husna munezzeh bê misal Ser de libasê xett û xal Sergeşte heyran ma û lal Ehmed ko dî nûra semed Ellah ji nûra sermedî Yek qetreyek da Ehmedî şîrînî yû remzek we dî Medhûş-i ma hetta ebed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz