Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Newaya mutrib û çengê Fixan avête xerçengê Were saqî heta kengê Neşûyîn dil ji vê jengê Heyata dil meya baqî Binoşîn da bi muştaqî Ela ya eyyuhe s-saqî Edir ke`sen we-nawilha Ko katib dêmî cedwel kit şikeste xet muselsel kit Ji yek herfan mufessel kit Kî ye yê muşkilê hel kit Dizanî rûd û `ûd ewwel çi tavêtin sirûd ewwel Ki `işq asan nimûd ewwel Welê uftadi muşkilha Ji mihra wê şefeqse`dê şirînle`lê şekerwe`dê Dinalim şubhetê re`dê `Ecîb im lê ji vê ce`dê Ki dil ra tabi herçîneş Bi kufrê mîbered dîneş Zi tabi ce`di muşkîneş çi xûn uftadi der dilha Di vê taqê di vê xanê Me `eyş û êminî kanê Kesê dest dit ji dewranê Nihalik vê gulistanê Der axûşeş çû meyared Ki ez dil caneş buspared Ceres firyadi mîdared Ki ber bendîdi mehmilha Bi Qur`anê bi ayatê Eger pîrê xerabatê Bebêjit secde bin latê Murîdên wî dibin qatê Murîd er bêbeser nebwed Zi fermaneş bider nebwed Ki salik bêxeber nebwed Zi resm û rahi menzilha şevê zulmat û deryayê Ji mewcan qet xeber nayê şikestî keştiya bayê `Ecacê wê şefeq dayê Ji herfan mah û sali ma Nehat der şikli fali ma Kuca danendi hali ma Sibikbarani sahilha Me ra ji ewwel çi bir xamî Kişand axir bi bednamî Ji rengê Se`dî û Camî Ji şuhret pê hisîn `amî Bi deng û bang û awazê Dibêjit nexmeya sazê Nihan key manedan razê K`ez û sazendi mehfilha Ji hafiz qutbê şîrazî Mela fehm er bikî razî Bi awazê ney û sazî Bibî ber çerxê perwazî Tuzed min hubbihe s-sefwa Bihi ehlu l-hewa neşwa Meta ma telqe men tehwa De`i d-dunya we-ehmilha

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz