Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Namê `enberşikenê bêt ji `enber meke behs Bil ji wê silsile û zulfê mu`enber meke behs Veke lêvê we ji nêvê biwerîn qend û nebat Ji lebê le`leşeker bêj û ji şekker meke behs Bi ser enguştê `eqîqê bide fincana rehîq Abê heywan te çi yin nav-i ji kewser meke behs Zeriyên şehla û durdane bibin şahidê bezm Ji genimreng û siyehçerde û esmer meke behs Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sema` Tu ji nayê di sema`ê bike bawer meke behs Bi wê nihalê bi deraxûş û bidê canê şirîn şaxê `umrê bixwe ber jê we ji Qeyşer meke behs Ayeta husnê mufeşşel ke ji keşşafê cemal `Ilmê `işqê bike tefsîr û ji defter meke behs Razê dehrê ji sipihrê tû nizanî bi cedel Hikmeta dawer e tu j’ hikmeta dawer meke behs Ab-i heywan te divêtin tu bibe hemrehê xudr Cama Cem bîn û ji Dara û Sikender meke behs Ji ezel `aqibeta karê ko me`lûm-i nebit Cama mey noş û ji teqdîra muqedder meke behs Dil yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî Ji dilê dilbera ma û berê mermer meke behs Tîr-i sed têne ceger sîne li ber maye çeper Ji dil û cergê kul û sîneyê kerker meke behs şîrê elmasî kişînit tu ji lami` de xeber Vekirit huqqe`ê yaqût-i ji gewher meke behs Ji şefeq Zuhre xwiya bit tu binê perwînan Cebhetê ew binumêt tu ji meh û xawer meke behs Li rûyê yarê du meh new me qeran dîne di mest Tu ji seyra qemerê tali` û exter meke behs Pir ji dêm û xet û xalan te xeber daye Mela nezerê wer bide bejnê ji mufesser meke behs

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz