Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Muxbeçeyên meyfiroş Her seherê tên sema Badexwiran noşi-noş Mane li dorê cema Hin gulê bo`enber in Hin di şîrîn esmer in Hin guherî-dane yin Mislê Suheylê sema Hin zerî ne pirsir in Ser bi per in dêmdur in Min ko di çerxê we dî Sebr û qerarim nema Sebr û qerarim ko bir Can û ceger hûr dikir Zulmê we reng kê dikir Can dibir û dil teba Can û dilê min ew e horiweşê min ew e Padişehê min ew e Ez li derê wî geda Yarê ko dî em geda Dest-i bi destê me da Em bi semayê birîn reqs û sema jê we ma Gote me durdane yî Em ji te û tu ji me yî Lew bi heqîqet yek in Mes`ele bêşubhe ma Dame bi destê sirê Cama ji rengê durê Cezbe giha can û dil Pir şewişandin hema Bade mi noşî ji dest çûme ji xwe mame mest Qetre bi behrê giha Behr-i bi `eynê xwe ma Gûş-i bi `amê mede Terka medamê mede Ekseruhum fî xuma Exlebuhum fî `ema herf-i ji yek bûne feşl Ger bibirî wan bi eşl herf-i dibit yek xetek Xet ko nema nuqte ma Wehdet-i mutleq Mela Nûr e di qelban cela Zor-i di vê mes`elê Ehlê dilan şubhe ma

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz