Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min dî ji xef -let cam di kef şahê Necef dil kir hedef Roj hat şeref stêr bûne xef herçar teref nûra yeqeq Zulmet nema suhbet we ma nûra şema -lan çû sema Lê ew dema zulf bûn cema hatin sema -yê yek neseq Werdan gulav girtin xwinav lê min di tav sohtin hinav Min dî bi çav zulfên bilav lê bûne dav bend kir bi nav Nûra beşer guft û xeber qend û şeker zulfan ji ser Xalên di qer bavê seher da bête der şubha bi heq Mi ji bihriyan pir naliyan şev tariyan ceng bû meyan Wer kuştiyan ji wan yengiyan bi wan tiliyan xweş ke giyan Kir şefqe mîr anîme bîr berdan mi tîr kirme esîr Neg’ha feqîr zulfa herîr avêhte şîr da pê meheq Ê muşterî dêmê zerî nebir serî ney can berî Avêt serî gava berî lazim herî wê ev perî Kelbê di rê nîşan berê tîrawirê mijgînperê Behr û berê `işq û surê avêhte rê ser ma qeleq Min dî di new -bê yarê tew sundus e ew bêm bêderew Min bû di qew -sê boyî ew şêvan mi lew nayême xew Hêstir rewan tên wek coyan tîr dan ewan reşebriwan Dil wek goyan ber kaşowan ser lu`lu`an bergên wereq Bejna şepal dêmê bixal i`rab û dal qewsê hilal Neqşê celal cama zelal xemra helal suhbet bi hal Ez telbeya ava heya tê bûn teya ki j’badeya Cama xwiya bo `işweya yar lew peya -pey tên sebeq Canê Melê ji qal û belê bend im welê der kagulê Belgên gulê rû heykelê ew miske lê carek hilê Perde û sutûr da bêquşûr bêtin zuhûr dêmê bi nûr Nûra xefûr xalên di hûr cama tehûr le`lên şefeq Yar hat û mest şubha elest min dest bi dest dî cam di dest Kagul dibest tayek verest vê ra şikest nîşan e qest Ew lebşeker wa hate der rabû ji ber tayên di ber Xalên di qer zulf çûne ser eslan seher lê bûn fereq

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz