Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn Hêj li ser `ehda elest im ta bi roja axirîn Min divê lê eşkera kim carekê daxa nihîn Guftim ew ra ma du`ago yî tu em ey hor-i `în »E`redet `ennî we-qalet ma du`au l-kafirîn« Ey şehê `alîcenab pir `aciz û perkende em Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em Sebr û taqet min neman lê bêkes û dermande em Ger bixwanî wer beranî bende em ta zinde em »Wacibun lî imtisalu l-emri maza te`murîn« Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û heba »Inne lî ayati sidqin kane fî haze n-neba« Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba »Hebbeza rewdatu necdin zurtuha `ehde s-siba« »Rewdetun yecrî `ela erca`iha ma`un me`în« Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqşê sewad Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du sad Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû fiwad Ber derê baxê wisaleş hatifê awaz-i dad »Hazihî cennatu `ednin fe-dxulûha xalidîn« Naêtin gohtin bi qal şerh û beyana husnê tu Dê bi hal û sir binasin dilfesana husnê tu Xweş Mela amancê tîran kir kemana husnê tu Qisseê `işqa celal û dasitana husnê tu »Tilke enba`un yeqûlu n-nasu minna be`de hîn«

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz