Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Mey nenoşî şeyxê Sen`anî xelet Ew neçû nêv Ermenistanê xelet Mislê Mûsa wî tecellaya te dî Ê tu dî kanî xeta hanî xelet Wî nedî bejna te û dayê qiyas Hikmetê lew çûye burhanê xelet Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand Wer ne qeys naket beyabanê xelet Wek Nişanî neqş û nîşanek te dî Ê ko nîşanek te dî kanî xelet Ez giham ava heyatê xef ji dil Xudr-i vajî çûye heywanê xelet şahnişînên nazikan dayi` mekin Da nebînî dil bi vê xanê xelet Ellah Ellah çerx û dolabê dinê Nuqte qet nakit di dewranê xelet Roz û şeb her seyrê dîdara te tên Nakirin ew dewr û seyranê xelet Hon nebên meşşateyê xef daniye Hemqeran kir xal û nîşanê xelet Dê bi ser canê me murwet da me êx Bişkowên benda girîbanê xelet Ser nebî ber kufrê zulfê `aqibet Ez ditirsim lê ji îmanê xelet Pehniya vê çerx û dolabê dinê Nisbeta erbabê `urfanê xelet Nusxe`ê `alem hemî `unwanek e Nuqteyek nabit di `unwanê xelet Qulzum û bayên muxalif tê pir in Da nekelşên darê sukkanê xelet Da bizanî pehlewanî mûyekê Dest nedî li-l-lahi mîzanê xelet Wî di destê min gula geş pir xwinav Heyf-i bilbil çû gulistanê xelet Hêj-i sehwa xame`ê bû werne min Ev xelet nakir di dîwanê xelet Wî li ser bejna te ev seywan veda Wer ne nada roj-i seywanê xelet Geh dil û geh can dibin tirkên te tên Nakirin yexma û talanê xelet Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir Teşneleb çû terfê `Ummanê xelet Pîrê hikmetbîn li wifqa meşreban Kes nedî mey rêhte fincanê xelet Rast e yek qanûn seraser nîne tê Xwehrî û pêçên perîşanî xelet Pakiteb` û quwwetek mewzûn divêt Da nedit sen`et bi idmanê xelet Merdimên çehvên Melê `eksa xwe dî Wek Nişanî ma li nîşanê xelet

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz