Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Mehbûbê bi dil bit me bi evraz-i çi hacet `Enqa bi xwe bêtin firr û perwaz-i çi hacet Ney dûr e hebîbê me çi firyad û fixan kîn Wê guh li demîra dil e awaz-i çi hacet Go suxte murada xwe ji min telbe ke îro Min go ji kerîm telbe û daxwaz-i çi hacet Min nale refîq in xem û tehlî ne muşahib Firyad-i enîsê min e demsaz-i çi hacet Dildan û newaziş çi ne duşnam-i bes in min Pir derd û cefa hurmet û i`zaz-i çi hacet suhbet bi mey û çeng-i hebîbê me bivêtin Firyad û fixan mi ne bes saz-i çi hacet Razên me çi hacet weko xemmazî bizanin Eşkên me bes in dîde`ê xemmaz-i çi hacet Herlehçe çi hacet ko bi nazan bikujî min Cana ji xwe qurbana te me naz-i çi hacet Ta çend-i bi hecra xwe tu min tecribe înî Zêrê ji xwe xaliş mehek û gaz-i çi hacet Hacet niye cana yedê beyda bi deranîn Inkara di dîn da nebit i`caz-i çi hacet Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê Encamê serencam-i ji axaz-i çi hacet Ger lû`lû`-i mensûr-i ji nezmê tu dixwazî Wer şi`rê Melê bîn te bi şîraz-i çi hacet

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz