Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû Numayên min di mir`atê meya safa zelal ebrû Bi şîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal ebrû Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê carek bit Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du sal ebrû Meşî mestane reyhanî dilê min dî di amancê Reşandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal ebrû Sehergeh zuhresîma wa diçû gulşen bi seyranê Bi ser çehvên Nişanî da xiramê ew hilal ebrû Dibên xawerperest î tu nizanin min di keşfê da Numayên min di şerqê nazika gerdenşemal ebrû Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêşayî Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû Me cewher `unsurik xamis numa îro di tali` da Di vê teqwîmê insanî li tali` bûne fal ebrû Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê Didit min terfeti l-`eyni cewaba sed su`al ebrû Di batin secdegahê min li ber wan herdu ebrû ne Bi `eynê taqê mihrab in di `ilmê ehlê hal ebrû Eger de`wayê Mûsayî di `işqê da bikim ca`iz Mela dayim tecella ye ji wê terha şelal ebrû Bi şîrînî bi zîbayî çi katib bû we kêşayî Te`ale l-lah nişan dane we şîrîn ev misal ebrû Ne şîrîna li derbendê ne mehbûbê Semerqendê Ne kêşayîn bi vî rengî li neqşê bêzewal ebrû Nişana qabê qewseynê ko qews avête ebsaran Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal ebrû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz