Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Me ji bil husn û cemalê çi xered Bê cemalê ji peyalê çi xered Ger ne teşbîhê du birhên te bitin Me di `îdan bi hilalê çi xered Ger ne qesta dil û canê me dikit Me ji wê şox û şepalê çi xered Ger ne rûhê me di pê dil biretin Me ji wê qenc û delalê çi xered Ger ne bi-’smê te mu`emma bin hurûf Me bi şiklê xet û xalê çi xered Neko şermende ji rûyê te biwa Afitabê bi zewalê çi xered Qestê wehdet dikirit rûh-i bi rûh Wer ne `aşiq ji wisalê çi xered Di şebê qedrê tecella tu bikî Me li pê mûm û şemalê çi xered Ne cemala te tecellî bikirit Me ji xoban bi cemalê çi xered Ne ji le`lên te Mela behsê bikit Me ji vê behs û su`alê çi xered

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz