Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Me bi dil nêrgizên xasse divên Semen û yasemînê taze divên Nazik û neyşekerên tuhfe divên Sosinên nazik û terwende divên Dilberên dêmdur û durdane divên Kewkebên şewq û şefeq zuhre divên Naz-i perwerde û şehzade divên Sayeperwerde me bêperde divên Serwiqed dêmgul û lebxunçe divên Ayetu l-lahî şerîf-nusxe divên Lê bi i`rab û xet û cezme divên Dilrubayan ne tinê xemze divên Bi mesîhasifetê `işwe divên Samirî sihrisifet şêwe divên Senemên sur ji semed her me divên Ji me eswedheceran secde divên Bi ziyaret me ji wan bûse divên Turreya şeng-i dil-aşûfte divên Mihridarên xwe di pijmurde divên Pêşkişa te me dused nafe divên Sed hezar etles û hem xare divên Her li bo zînet û xemla te divên Textebend û sifetên qeyseriyê Dînberê horîmisalê zeriyê Nazikê neyşekerê surperiyê Pir ji dîna te xerîb im xanim Ji te ser ta bi qedem heyran im Her bi can teşnelebê le`lan im Dil di benda giriha zulfan im Yûsifê cur`ekeşê hicran im Nuqteyê da`ireyê zindan im Lew şubê da`ire sergerdan im Badenoşê qedehê hirman im Bi dil ateş ji ceger buryan im Lew perîşan im we pir êşan im `Aşiqê nazik û mehbûban im Tu mebîn bêser û bêsaman im Gulê baxê Iremê Bohtan im şebçiraxê şebê Kurdistan im çi tebî`et beşer û insan im Li l-lahi l-hemd çi `alîşan im Di riya yar li rêza şan im Lew di iqlîmê suxen xaqan im Sibehê `îd e û ez pê zan im Ko bi kêra te seher qurban im Xweşbirîndarekê bêderman im Carekê şefqe ke rûhim canim Ji xwidê ra veke benda beriyê Dînbirê horîmisalê zeriyê Nazikê neyşekerê surperiyê Sosinên taze û mişkên walan Bes perîşan ke li ser sermalan Veke carek tu ji dora xalan Ji dil em dayîne ber çingalan Xencer û şîr û rimên qettalan nezerê wer bide sahibhalan Ko çi êsîr în di dest heyyalan Lew elif tên me di herfên falan Ko li şeklê reqemê sersalan Tu y’ murada me ji `er`erbalan Zimzim û deng û zimihna lalan Cezbe da me bi hezar ehwalan Lew dinalîn ji neseq `ebdalan Ko bi mestî didirin yek palan `Enberên xemrî û sosinalan Sohr û zer şitrî û çîçek alan Misriyên wan ji me kir kalan Te ji qews û qezehên xilxalan Ko bûyîn da`ire şubhet halan Xemriyên xemzede nisbet dalan Ko çevandîne ji reng gopalan misriyan wer bide ber sîqalan Zuhrerengê we şefeqmuşteriyê Dînbirê horîmisalê zeriyê Nazikê neyşekerê surperiyê Sinbilan taze musenna nekirî turreya şeng-i muterra nekirî Xemriyan şêfite tuxra nekirî `Er`erê xare û dîba nekirî Dil û dîn xaret û yexma nekirî Serê sewdazede sewda nekirî Guhriyê nêrgisê şehla nekirî Kuştiyê xencerê birra nekirî Sa`etê vê se`etê ranekirî Me ji qeyda xwe tesella nekirî Lê xeramê li me mestane kirî Ji me dil Ke`be û butxane kirî De`weyê dilberîyê dane kirî Celweyek mîrî û şahane kirî Pêş-i şem`a xwe me perwane kirî Dilê xemdîdeyê ma şa nekirî Li me bêperde tecella nekirî Wihe carek me tewella nekirî xencekê qenc-i li Mella nekirî Cegerê rîş-i mudawa nekirî Bikujî aşiq û perwane kirî Li şehîdê xwe temaşa nekirî Ma we dilber dikirin dilberiyê Dînbirê horîmisalê zeriyê Nazikê neyşekerê surperiyê Herdu qewsên te ji qudret ne ji Yeng Jê bi mîzan bireşînin me xedeng Biderin sîne bi ser pence peleng Rom-i pişt dit `ecemê bête fireng Lê ne wek waqi`eya Gî û Peşeng Hilbitin qenc ji nêv ateşê ceng Tên suwaşê hebeş û nûbî û zeng Tu dizanî çi neheng in çi neheng Veke le`lan tu ji ser şekkerê teng Ko j’ murada te bûyîn pêt û pereng Mestê cewra te me bê bade û beng Bê te cana li me `alem bûye teng Ji cefaya te nema qet li me reng Tu dizanî çi dibêjit ney û çeng Ji çi peyweste dinalin seradeng Me dixwînin qed û bejna te yî şeng Nêrgizên mest-i bi naz û neyireng Lê tu tûba we ezê xesteyê leng çi bikim feyde ko êvar e dereng Mutriban da nekevin çeng-i ji çeng Da nedit perdeyê ayîneyê zeng Ko ji çenga me binalit xerçeng Wek Melayî bi hezar reng û aheng Bi fixan bêt û ji ber sed ferseng çi xeber dim ji dilê tey wekî seng Dikujî `aşiqê miskîn bi tifeng Nekirî terk-i tu vê kafiriyê Dînbirê horîmisalê zeriyê Nazikê neyşekerê surperiyê Bi qedê nêrgiza Bohtan î Nazikek şeng-i şubê reyhan î çi xet işkeste şirîn reyhan î Ko te pê nesx-i kirî dîwanî Ellah ellah ji çi reng insan î Yûsifê lebşekerê `ibranî Bes e ger wek te bidêrit sanî horiyên rûhisifet rûhanî Wek te ser ta bi qedem nûranî Wek te haşa hebitin şîranî »Ehsene l-lah« ji sira subhanî Ko cemalek we munezzeh anî Di misalek beşerî da danî Me bi ilham-i ilahî zanî Bi nişan-i qudret bê nîşan î çi nişanzulmetê nûrefşan î Li cemala semedî burhan î Tu li derheq me çira erzan î Ko sehergeh bimeşî seyranî Te Melayê xwe qe carek nanî Bi serefrazî û `alîşanî Secde bit ber qedema sultanî Ne tinê rûh î tu rûh û can î Zîneta husn û sura xoban î Tac-i ferq-i serê mehbûban î Tu bi şîranî û lebşekkeriyê Dînbirê horîmisalê zeriyê Nazikê neyşekerê surperiyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz