Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

23 views 0 likes
Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne Me ji feyda te ye mestane rewan ça me lebaleb Mestê şehkasê meya cezibeyên rûhî didîn Rûh dizanit ko ji ber lezzetê `işq mame lebaleb Nêrgiza mest-i ji bala çimena sinbil û gul tê Qedehê taze bi destê xwe meşî da me lebaleb Wehdetê şirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd Em lebaleb çi lebaleb bi xwe hem came lebaleb şem` û perwane bi zatê xwe ji halê me di dûr in Ateşek şirf e ji `işqa te vewesta me lebaleb Qedehek taze ji `işqê di ezel da me hekîmî Jê dinoşîn hey û hey hê bi xwe cama me lebaleb Carekê goht-i Nişanî ne Mela yî were banî Ev dixwast me ji dil û can dehen û kame lebaleb Te dizanim te dibînim ko tu yî nûra wucûd Ellah ellah ji çi nûr e di seraya me lebaleb Ji `inayet nezerê xasse ko her meşre` û beytek Qedehên aba heyatê ne di şi`ra me lebaleb

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Melayê Cizîrî
🛒 0

Your Cart