Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Lew seher cewlan didit bayê şebayê rast û çep Sosin û sinbil bi mestî bên semayê rast û çep Da ji mihraba du nûnan secde bit Eswed-hecer Dil bi mîzan mahê new ebrû numayê rast û çep Dil ji biska filfilîn bû fir dida xala siyah şehperê zulfa şepalê dalê dayê rast û çep `Alemek wêranê zulfên te ji rengê `enberê çerx û perwazê didin carek li bayê rast û çep Xencer û tîr û teber barîn şubih berq û birûsk Misriyan lami` ji elmasan didayê rast û çep Teyrik û `iqd û şerab û netrik û berg û wereq Her bi lerz û cezbeyên yaqûtê tayê rast û çep Bişkoyên benda girîbanê ji rengê kewkeban Berq û tîr û jîn ji Xwirşîdê vedayê rast û çep Kewkeb û qewsê qezeh lû`lû`ê benda heyderî Tên tewafa zulf û xalên dilrubayê rast û çep Dil dixwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr Her bi qanûn mujdeya xeybê ji nayê rast û çep Zengiyan cewşen vebestin pêşberê coqa hebeş Daberistin yek bi yek çûn ber liwayê rast û çep çingaçinga bişkowan awaz û dengê zergowan Sed melayik guh didin ber wê newayê rast û çep Lew ji `işqa wê dinalin bazin û berg û wereq Cezbeya dil min ji remza wan gihayê rast û çep Zuhre û `iqda sureyyayê di şerqê keşşifîn Leyletu l-qedrê ji mexrib perde dayê rast û çep Zuhrerengê Mah û Xwirşîdê ji bala wê numa Lew du kewkeb çûne vê ra istiwayê rast û çep Bête eywanê ji xelwê horiya qudsî-sirişt Sed hezaran hor-i qudsî tên liqayê rast û çep Ma Melayî ez lebê le`l ab-i heywan bit nesîb Qudsiyan ragirtiyin destê du`ayê rast û çep

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz