Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Latê husn î û şehê xuban î Bi xwe hem xan î we hem xaqan î Yûsifê sanî tu îro xanim Ko bi husna xwe nedêrî sanî Bi sur û heybet û sehmê xwe perî Bi te şîn li butan sultan î Bi tebilxaneyê şah î were text Ko tu îro şehê Kurdistan î Kagulê berde bi ser xal û xetan Ko muselsel binumêt rîhan î Ismê e`çem te divê çil ism î Ji du herfan bi mu`emma zanî çi berat bû we bi ser da kagul-i çîn bi çîn mest bi tuxra ranî Te çi hacet bi suleymaniyê husnê Xatemek le`le bi gewher anî çi xet eşkeste muselsel ya reb Ko te pê nesix kirî dîwanî Gerçî pirxal û nişan î emma Bi Nişanî ko tu bênîşan î Ey perî horisiriştê herçend Bi beşer adem î û insan î Surrê subhan te ji husnê dinumît Ehsene l-lah ji sura subhanî çi heddê `eql e qiyasê te kirit Ev e burhan ko tu bêburhan î Me temenna ji nesîm xakê rehê kir Pê bikîn dîde û dil nûranî Nefesek bê te me nayê bi l-lah Ne tinê rûh î tu rûh û can î sed hezaran ji te peykan di dil in Lê li serwê me tinê derman î Te birînên me kewand dîsa Ji nû agir te li daxan danî Te Mela pir di ceger gezme ne lew We perîşan î we pirêşan î

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz