Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Kes ned’ye sehergeh ko çi nazikweres î tu Me j’ belgê gul û nêrgizê sermest-i bes î tu Zanim ne tinê ko yedê beyda tu didêrî Wer xweş ke şehîdên xwe ko `îsanefes î tu Rûh î tu ne cism î ji cemalê bi çi ismî Reng-i reng-i tibî keşf û şuhûdê çi kes î tu Roj î tu li şerq î bi cemala xwe we berq î Bi l-lah ko ji ser çeşmeyê eqdes qebes î tu Bi l-lah ji çi nûr î we tecella li çi tor î Geh geh li seraperdeyê can multemes î tu şemsa felek î ya melek î hê jî nizanim Horî û perî ya bi xwe Rûhu l-qudus î tu Cana ceres û rehberê `işqa te ez im qet Ageh bi fixan û herekatê ceresî tu Ma yek nefesek min dibitin bê tu wucûdek Dê bê te çi bim hem tu ruh î hem nefes î tu `Işqa te me go zêrisifet zerd kirîn go Iksîr e evîna me bi `eynî we mes î tu Min go ji nigaran tu gul î bes bişukuh be Zanim ne muhib her ne kes û xarûxes î tu Ey horîsiriştê li me xweş meywe te ber kir Cennat e di wesla te we ateşperes î tu Min go di şevan şubhê nucûman bi tewaf în Go `işwe dizanin bi çi qest û hewes î tu Min go me bi tîxan vedê nakin ji derê te Go em ji nebat în we li teb`ê meges î tu Min go ji kemenda serê zulfa te verestim Perwazê lebê le`lê me go ger veresî tu Yekdem venehiştîn te di hamûnê firaqê Bê hemdemê derdan ko çi firyadres î tu Min go ji dilê şubhê bixûr xweş te bi ker kir Ker kir bi du le`lên xwe şeker go `edes î tu Min go li rexan în neko kecrew weko ferzîn şah gote mi kiş mat-i li baz-i feres î tu Min go te divê ser ji reqîbî bibirim ez Go min diye zanim dibirî jê meqes î tu Ta çend-i bixef bade binoşî we nefes da îca bi def û ney were mîrê `eses î tu Min go ji qedîm ez meyê `işqa te dinoşim Go min ji `uşaqan ne tinê mey teles î tu Min go di şevan şubhê şemalan we disojin Perwanesifet ca here bê şewt û his î tu Min go beşer û quwwetê sem`a mi tu yî go Zanîn te em în rûh û mucerred qefes î tu Te ji zulfê butan şihhet Mela reştir e tali` Yarê te seher bêt û biret pê nehesî tu

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz