Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
îro Mela serapa lew têk-i bû me ateş Min dî seher xeraman neyşekera şirînmeş Ya reb çi turfe mêwe evrenge mey dibexşet şi`ra me tê perîşan nezma me tê muşewweş Dilgeşte min ji dêrê naçim kenîşteyê qet Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş Mehbûb-i wek stêr e govend û `işqibazî Têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxweş Heywan li kû dimînit em muftiyê zeman în Bêtin ji destê saqî cama zelal-i bê xeş Wer guh de çeng û nayê şîrîn ko bên semayê Camê binoşe vêran çi sade û çi zerkeş Tali` ko têt û furset muhlet li nik heram e Min `umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweş Neyşekkera şirînqed me ji dest te mey divêtin Da sîne pê cela dîn rewşen bikîn dilê reş Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e Xerteb`etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê reş Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş Feyda me şubhê Nîl e em Dicle û Firat in Ger şeyx û wer imam e vê ra ye min keşakeş şoxa ko ez di bendê dil girtiye kemendê Letîf e zuhresîma ebrûhilal û mehweş Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nişanî Lami` ji ber dibarin çi yengiyek we perweş Ellah li min hubba te çi şekker û nebat e Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geş

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz