Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
îro ji şehkasa surê Mey hate fincana sedef Minnet ko îro dêmdurê Da min meya husna xwe xef Xef da me cama kewserê şêrînqed û lebşekerê Bayê şeba da çenberê Hatin sema şetrî û lef şetrî û zulf û belg û per Hemiyan li dêm de`wa û şer Êlan li selwa bûne ger `Eqreb xwiyan ez her teref `Eqreb nehin ew sinbil in Bo `enber in dava dil in Nîşan ji misk û filfil in Wan sîneya min kir hedef Da sîne cohtê tîrxweş e Qewsê hilalî tozreş e Yek tîr-i pir kuştin leş e Xwînê di cerhan daye kef Min xwîn bi co têtin ji dil Ew baziyê bê tor û sil Dakefte nêv tora qizil Qumrî nehiştin ref bi ref Ref ref nehiştin zax-i zax Danîn li dil min dax-i dax Dê kî bimînit sax-i sax Westane leşker şef bi şef şef şef mi dîn hindî û zeng Cengîz-i hat Teymûrileng Xef wan reşandin dil xedeng Teşbîhê tîrên Xan-şeref Tîrek ji qewsê malzirav Tê dil qewî tavêje nav Xwîn tê pirê teşbîhê av Firyad û efxan sed esef Can dê nedit ew malxerab Her sîne`ê cotek xurab Tê da birin penc û kulab Wî can di dest wî rûh di kef Canê Melê rûha Melê Nûra ji qudret nuqte lê Remzek nihîn da min welê Nalî ji ber wek nay û def

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz