Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
îro ji remza dêmdurê Minnet ko min mesrûr e dil Dilber bi fincana surê Mey da me û mexmûr e dil Remzek nihîn avêhte dil Mihrê ji batin mêhte dil şehzadeyê sur rêhte dil şehkaseya ferfûr e dil Hostayê `işqê dil hevot Ser ta qedem hingî disot Remza »ene l-heq« her digot Bawer bikin menşûr e dil Dil lê bidit nûra meyê Weqtê suwaş û heyheyê Fehm er bikit wehya neyê Jê dit xeber me`mûr e dil Nûra ji qudret lê du nûn Jê ra dinalin erxenûn Wer ayeta `işqê bixûn Xweş nusxeyek mestûr e dil Tefsîra sirra ayetê `Arif divêtin guh detê Raza rumûzên qudretê Ger deyn bikit me`zûr e dil Dil ke`be ye mewla ye lê Narê kelîm îsaye lê Bangê »ene l-lah« daye lê Hem Ke`be û hem tor e dil sed co û sed cobar e tê sed gulşen û gulzar e tê çendan ji `işqê nar e tê şafî nezer dî nûr e dil suhbet ko kamil bû bi rê Carek bi cayê `enberê Qelbê biavê micmerê Xweş`enber û kafûr e dil şox û şepala leb ji qend Ew nazika wê qenc û rend Wê dil ji dil dilda û xwend îro yeqîn fexfûr e dil Er dil ji te mesrûr bitin Min ji Melê destûr bitin Dê kit cehan pir nûr bitin Lê da`ima rencûr e dil

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz