Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
îro ji nû pir ateş im Dîsa ji remza dilberê Mecrûhê qewsê pirweş im Tîr dane nêva cegerê Tîr dan ji qewsê eswed e şehzadeya şîrînqed e Kuştî ne wek min çendsed e Wê padişah û beglerê Wê beglerê pir kuştine Enguşt bi xwînê riştine Ma ehlê dil qet hiştine Sohtîne mislê mecmerê Lê ez tinê ser ta qedem Yekser disojim dem bi dem Wesfên di `işqê ez çi dem Nayên hisab û defterê Wesfên evîn û `işqehê Husn û cemala wê şehê Nayêne şerh û medehê Ehsen ji neqşê beşerê Ehsen ji husna dêmdurê şîrînî û guft û surê Sed zahid êxistin ji rê Wê nazik û lebşekerê şekker di nêv lêvan e wê Reyhan li dor sêvan e wê Meş`el di nêv şêvan e wê Tîsê ji rengê fenerê Fener niye nûra heq e Husn û cemala mutleq e Berq e spêd e û şefeq e Zuhre we şemsa xawerê Zuhre we mah û muşterî Min dîn li dêmê enwerî Zulfa muselsel `enberî Ser daye hewda kewserê Hewda ji kewser çeşme tê Ya cih di rewda qudretê Herdem ji nû wê ser de tê Xemrî we tayên `er`erê Xemrî di reş zulfa herîr Werbûn li dor bedra munîr Birca ko hakim lê du mîr Min dîn li textê kişwerê Textê di mîr û begleran Meydanê coqa goygeran Eslan û cotê meyxwiran Mey dan şeraba saxerê Saxer bi dest serxweş we mest Weqtê sehergeh dest bi dest Xeflet du begler meyperest Kuştim bi derba xencerê Kuştim bi derba keyberan Gezme w xedenga awiran Remz û işarat û suran Dan dil ji nêva pencerê Dan dil ji ber husna bi nûr Berqa tecellaya sudûr Lew sohtîyem wek kohê Tor Hubb û evîna enwerê Hubba te ma xweş hiştime Her roj ji nû ez kuştime Yekser ji xwînê riştime Tîr û xedengên Mecerê Gezmên di şîrîn nazikê Derbên di wê rimbazikê çûyîne nêv dil gazikê Min dad ji zulma dilberê Dilber çi bêhed zalim e Carek nekir pirsî li me Lazim bi halê `alim e Lê pir didêrit xederê Lazim bi qetla min divê Hêj ev di dil marê şevê Peykan di cergê da çevê Bend kir bi şewka `enberê Bend kir kulab û penceyan Dil ma di nêv işkenceyan Min ah ji dest wan xenceyan Kok û kubarên dînberê Remz û surên şîrînleban Tîroj-i berqên kewkeban Rêza muselsel `eqreban Gerdan li dora qemerê Min dîn li dor bedra temam Herfên di mektûb dal û lam Wê pêşrewê batin revam Yexma kirim sîmînberê Sîmînbera neyşekerê Ew horiya nisbet perê Bejna şirîn dêmê zerê Bo ji gulab û mawerê Bo mawer û şîrînlebê Wê xob û nûrên xebxebê Bedra di Birca `eqrebê Kengê ji ber perdê derê Bedra ji qudret lê du nûn Ew qatila eswed`uyûn Pir rakirin wê qetl û xûn `Alem perêht yexmakerê Herdem bi zulmê we d`sojî Qelbê ji hubba tey tejî Lazim dibêm min dê kujî Kes nîne çîtin mehderê Kes nîne ret mehder bikit Bes girtiyan ebter bikit Xemlê ji zêrê zer bikit şefqet li yekta biderê şefqê bi dîdarê xwe kit Qesta birîndarê xwe kit şehîdê reşmarê xwe kit Ê ser li fitla pêşterê Fitlê siyah marê şevîn Rêhan bi dor serwan çevîn Axir bi selwê da revîn Xef bûn di tayên çenberê Xef bûn di nêv tora qizil îlan misalê ser li mil Kuştîn û jehr avête dil Hêj kuştiyên remza berê Kuştîne em şîrînlebê Tehlîkeşên roz û şebê Ger ez bibînim ew bi xwe bê Nakim ji dil hêj bawerê Ew nazika nisbet gulê Camek ji kewser da Melê Mest im ji ber qalu belê Hetta bi roja mehşerê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz