Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Xerabo ! şiyarbe xerabo şiyarbe Va dîkên serê sibehê Bang didin û hêjî Tu di xew de raketiyî ! Heyva me li çardaye Hêjî, tu rê şanî gur didî ! û berê gur li nav kerî Rastdikî?! Qey tu korî an Hovî, an zikreşiyê Hiş û sewdan di serê te de Nehiştiye?! ? ? ? şiyarbe xwelîlisero şiyar be ! Xweliyê ji ser serê xwe Daweşîne ! Xelk, xweliya li ser serê şanî hev didin Gur jî Dibin simbêlan re Bi te dikene Kenekî hûr û bê deng dikî û Haj û bajê te Ji dora te nîne; Bi tenê tu û zikreşiya xwe Bi hev re dijîn Bi tenê tu mayî heyranê Razîkirina jina xwe û Nexeme ku avanî bibin kavil Bajarî bibin koçer… ? ? ? Xerabo ! Xelkê sol rizandin di ber Avakirina welatê xwe de Te sol rizandin Di wêrankirina welatê xwe de Bê guman tu jî Hêjayî xelatkirinêye Heger xelata welatiyên birûmet Ji zêr be Gerek xelata te Sola welatiyekî Dilsoz û wefadar be Da ku li ber çavên zarokên te Bê daleqandin û Zarokên te li te neyên. ? ? ?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz