Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
çima hûn deynakin?! De ka ez jî barkim Koça xwe bi dûv Koçan ve siwarkim Xaka bav û kalan Dost û hevalan bihêlim û Valakim Barê kul û derdan Dûbare bikim û Bi ser dil de Valakim Nizanim ! Gelo wê taqeta dil û Vî barê giran hebe Bêjin min.. çima hûn deynakin?! çima hûn deynakin?! ? ? ? Ku ez jî barkim Wê kî vê xaka ku Bi neperûşkên dayika min Di danheva pûş û bêrîvaniyê de Hatiye lihevxistin Lihevxîne..?!! Wê kî govendan Li şûnwarên ku govenda Dayika min li ser wan Hatiye lidarxistin Lidarxîne..?! Wê kî di goristanên ku Bav û kalên min Di wan de hatine veşartin Bêne veşartin..?! Gelo ez jî barkim û Di kolanên ewrûpa de Tûrê parsê li milakim Kurtêla di zik kim û Qerpolan bi ser bejnê de Dakim? Gelo ! ez jî barkim?!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz