Konê Reş
Konê Reş
2 görüntülenme
0 beğeni
Jiyan straneke
Her kes
Guhdariyê lê dike
Hin bi kêfxweşî û dilşadî
Hin bêdil û dudilî û
Hin bi gazin û (lome)
Kengî ev stran
Bi dawê bê
Jiyana mirov
Konê xwe bardike
Vêca tu bi kêfa xweyî
Te divê bi dilşadî
Te divê bê dil..û
Te divê
Bi gazin û girî
Guhdariya vê stranê
Bike
Dawî tev ji kîsê te
Diçe.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Konê Reş şiirlerine dön