Konê Reş
Konê Reş
2 görüntülenme
0 beğeni
Keko, xeşîmo, nezano !
Tê biweste
Fêr bibe, li cîhanê
Mêzeke û raweste,
Li heyamê cîhangêrî û
Enternetê temaşeke
Bê çendî gel pêşketine
Ji pirbûna dezgehên xweşiyê
Bûne meste
? ? ?
Hêj tu bi dûv
Nivîsandina herdu tîpên min de
Dibeze …
Zimanê diya min
Ji te re bûye mereze
şerme, zor şerme
Ji îro û pêve
Tu bi dûv min de
Bibeze
? ? ?
Min tu keleh
Di nav tixûbên te de
Ava nekirine
Min tu kerî û garanên te
Talan nekirine
Dinya ferehe
Têra zimanê te jî dike û
Têra zimanê dayika min jî dike
? ? ?
Heger tu mirovhez bî
Ez lê digerim
Heger tu aştîxwaz bî
Ew armanca min e
Heger tu pêşketî bî
Riya pêşketinê şanî min bide
Ez kiryarê wê me
? ? ?
Keko, xeşîmo, nezano !
Êdî bese, raweste
Bes neyartiya zimanê
Dayika min bike
Tê biweste,
Tê biweste û
Ez nawestim,
Na westim…
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Konê Reş şiirlerine dön