Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
«Diyarî ji birayê dilsoz Diyar Doskî, helbestvan Mûeyid Teyyib û hêja Dr. Ferhad Pîrbal re». îsal -1998- me sed mûm Vêxistin û Sed û pêncî sal Derbas..bûn ji Dema ku Mîr ji hespa wî Daxistin Burca Belek li Cezîra Botan Kavil û wêran hiştin. Kurdistana Kurdan Talan kirin û jihevxistin… ? ? ? Va sed sal derbasbûn Me sed mûm vêxistin Ji bo rojnameya Mîr ? ? ? Ji sed salî ve Mîr qeyd û bend şikandin Dirûna çav û dev dirandin Di sirgûniyê de Li ber xwe da, hawar kir û Rojname weşandin Gazî kir û got; Em nayên tewandin Em nayên bişaftin.. ? ? ? Salan dan pey hev Stewyan û zer bûn Kurd ji xew rabûn Dan pey serxwebûn Hebûn an nebûn û Bi dehan şoreş beravêtî Têkçûn… û Mîr nedît Azadî û serxwebûn ? ? ? Va îsal -1998- ji nû Piştî sed salî Me sed mûm vêxistin Ji bo rojnameya Mîr Li cihê Mîr dixwest Li perçê azad, perçê aram Li başûrî Kurdistan Bi saya serok Kurê Barzanî û Kabîneya sisiyan Li Erbîla paytext Li bûka Badînan Xweş simîner, kor û Mihrecan hatin lidarxistin Bi govend û dîlan Zînê bingehê pirtûkxaneyekê danî Bi navê bapîrê xwe «Mîr Bedirxan» Zanayên Duhokê Navtarek bijartin bi navê «Miqdad Midhet Azîzan» Wezîrê rewşenbîriyê Xelat belavkirin; li kesên ku dane Ser şopa Mîrê Botan… Nizanim, Yên ku îsal Ev kar û bar kirin Wê kî xelatê bide wan? Ji wan çêtir nabînim ku Vê xelata xwe, li xwe û wan Parbikim ji dil û can şabaş û spas ji wan re Yên ku xwe gorî welat dikin Birano werin Em jî xwe bikin gorî wan. Gulana 1988an

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz