Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Erê Esmerê ! Sal buhirî Sê sed û şêst û şeş roj Zîvirîn Hêjî sawêrên te Li ber çav in Evîna te Li ser dile ? ? ? îro, li ber kêla serê te çûm û hatim Her sêzdeh salên me Bi hev re Li ber çavan buhirîn û Pêre - pêre Rondik gindirîn ? ? ? Ta ku kêla ber serê te Gote min: Konê Reş ! bes bibe dudilî Jiyan ciwane Hez nake kesê mirî Esman hembêz nake çûk û civîkên qijilî Mêşhingiv danayîne Li ser kulîlkên hişk û qemirî û Ronahî nîne; Di ar û tiravê vemirî Êdî bese, bes bibe dudilî Eve qedera te Tu jî tebayî Siyabendê gurî Tu jî tebayî Siyabendê gurî ? ? ? Erê Esmerê ! Xweziya min bi Siyabendê gurî.. Bi poşa pezkoviyê nêr Qiloç bi stirî… Barê min girane Kes bi min re nahilgire… Celadet ne saxe Dûrî min dinalî Befrîn tirs girtiye Hêjî dikalî Jîn û Nalîn Bi dilin li vî alî Sîpan zaroye Nû bûye 12 salî Mêzeke li vê rewşê Li vî halî !! ? ? ? Raste jiyan ciwane Hezdike kesên ciwanî Belê zeriya min ! Ciwaniyê barkiriye Ji warê min Kul, xem û jan Bûne siwarî Bi hêvî me Di vê jîna ciwan de Sivik bibe barê min Stûna konê min ji nû ve Bilind bibe di nav konan de Wek çax û demên berê Karibim bi şad û bextiyarî Bigerim di nav xortên Kurdan de. 06.04.1995, Qamişlo

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz