Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
`Ji giyanê rêhevala min Semîra Ebbas Ismaîl re diyarî` Ji nû ketibû buhariya Sîh buhar bûrandibûn Ketibû buhara sîh û yekê de Di wê buharê de Pênc çêlî Di hêlîna xwe de Xwedî dikirin Sê xibşên xezalan û Du berxikên yemlik Her pênc Di bin baskên xwe de Di parastin Ji germ û serma Havîn û zivistanê Dema ku ji hêlîna xwe Bi dûr diket Ser û berê Xibş û berxan Lihev diketin Nema dizanîn çi bikin, çawa bikin… Wê jî ne dizanî çilo, çawa Bizîvire nav wan û Li wan bibane bi şahî Wan hembêz bike bi evîndarî ? ? ? Di wê buharê de Buhara dawîn ji temenê wê Di roja pêncşema xemgîn de Ji nîsana 1994an Ji şamê dizîvirî hêlîna xwe û Bi rêde, ji nişkave Rê qetiya ! Dinya gewr, reş geriya Canê wê yê nazik Firya jor, jor Li banê gerdûn Rawestiya Mendalên wê di hêlînê de Kirin qêrîn, hawar û gotin: Semîra yadê, Semîra yadê û Tevan xwe li bavê xwe yê birîndar Girtin. Min jî bi dilovanî Ew hembêz kirin û Destê xwe di ser serê wan re Bir û anî û Konekî reş Ji qedera xwe û Qedera welatê xwe re Di ser wan re vegirt ? ? ? 22.04.1994

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz