Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Zengîno, maldaro Li canê xwe tenê geryawo ! Li ser xwîn û xwêdana Xizim û belengazan jiyawo ! Ez jî weke te zanim çi cûreyên xwarinê xweşe çi cil û berg bi bejn û bala min dikevin.. Ajotina kîjan otomobîlê hêsane û Rûniştina kîjan qesir û qûnaxê Ji bedena min re rehetiye… Lê gelo tu weke min zanî ku çend mal li Hilêliyê, Enteriyê û Tey bê şîv radizên?! çend nesax ji bêdermanî Dimirin?! Her sal çend şagirt û qutabî Dûrî dibistan û zanîngehan dibin?! Roj bi roj kerwanê bêkaran Dirêj dibe?! Zengîno, maldaro, xwînvexwaro ! Rojekê wê ev kerwan Te daqurtîne Tê di nav lingên vî kerwanî de Winda bibe û Kes nabêje; rehma Xwedê li tebe.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz