Konê Reş
Konê Reş
2 görüntülenme
0 beğeni
Biyaniyo !
Gelo tu navê vî welatî
Nas dikî?!
Ev welatê ku
çend cîranan ew
Di nav xwe de parvekirine !!
Gelek caran
Li ser şerkirine û
Hev westandine.
Her yek ji wan dixwaze;
Vî welatî ji xwe re
Rizgar bike û
Ji milk û malê xwe bibîne
Biyaniyo !
Gelo te navê vî welatî
Naskir an na?
Ev welatê ku
çil milyon mirov
Di nav xaka xwe de
Hembêz dike û
Bi mayîn û têldirî hatiye
Pêçan..
Welatê ku zimanê welatiyên wî
Bûye bela serê wan
Welatê ku ji sala 1514an ve
Li ber xwe dide û
Roja îro cîranê ba, bahoz û
Lerezînê ye…
Te navê vî welatî naskir
an na?
Navê vî welatî Kurdistane û
Welatiyên wî Kurd in.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Konê Reş şiirlerine dön