Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Konê Reş

Konê Reş

21 views 0 likes
Wek kevokekê nivistiye Li ser banê dilê min Wek tabloya Monalîza Daliqandiye li ber çavên min Nizanim xemgînî an Digirnijî?! Wek kulîlkek nêrgiza nû pişkiviye Li rastê… Dêmê wê Ji hingiv şêrîntire Awirên wê Ji ava deryayê kûrtirin Bejn û bala wê Wek dara sipîndarê bilinde Wek xezalekê ye Li binê beriya Mêrdînê û Ez nêçîrvanekim li wilo xezal Digerim Wê dibînim û Didim pey şopa wê, lê Di nav rewrewkê de Winda dibe çendî lê digerim Ji rewrewkê pêve Tu tiştî din nabînim… Gêj dibim, dibim wek Kerr û lalan û Ji hawhaw ve dikevim.. Gelo ! Ez berdewamiyê di vê nêçîrê de Bikim?! An ez xwe bi wek vê nêçîrêre Newestînim, ev nêçîr Ne nêçîra mine?! 08.04.1998

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Konê Reş
🛒 0

Your Cart