Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Kamîran ! Ev çi ewrê reşe Xwe di ser Qamişloka evînê re Dikişîne..! Ev çi xemgîniyê Di dêmê rêwiyên kolanên Amûdê û Tirbespiyê de Dibînim..! Ev çi havîne Germa wê ne bi xwêdan û tîne ! Ev çi demsale Dar û şînahiyên wê Tev çilmisîne ! Oxirbe birako oxirbe Qey eve qedera min Her ku ez lûsekî ji xwe re dibînim Qiraga reş wî lûsî ji hev dixîne..! Her ku ez singê konê xwe dikutim çeqel û rovî hewil didin ku singên Min ji nav xakê derînin.. Her ku ez şivîlekek paqij Ji xwe re vedikim Bahozek radibe Wê şivîlekê dibilîne… Her ku ez koxekê avadikim Lerezînek radibe Wê koxê diherifîne Qey eve qedera min Kund lûsê xwe aniye Ser banê min çiftiya çift Bûye mêvanê min ? ? ? Kamîran ! Oxirbe birako here. Teyr bi refê xwe er kamîrane Seh jî têre xwe reyan Gunehê min bi wan tê Bela rawestin, bêhna xwe berdin Ocaxê wan vemre Yên ku xwe ji ber xunavê Didin alî Yên ku gul û kulîlkên nîsanê çilmisî dibînin Yên ku di tariyê de dikin kewtkewt û Ji tîrêjên rojê bi tirsin Yên hewil didin ku Qamişloka evînê pişta xwe Bide min, Doda ji min bireve Deşta Mêrdînê xwe ji min vedize Oxirbe birako Teyr bi refê xwe re bextiyare.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz