Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
-1- Bahozê ji rewrewkê re got: - Bi dûrkeve, xwe bide alî, Te xelk bizdandin bi dîtina wan Pêlên derewîn. Rewrewkê lê vegerand: - Ta ko sitemkarên wek te hebin, Wê xapînokên wek min jî hebin De ka emê herdu xwe nema bikin?! -2- Dara Hinarê gazî dara Zeytûnê kir: - Wa dara Zeytûnê ! çima tu jî xwe wek min tazî û rût nakî? Dara Zeytûnê lê vegerand: - Heger te zanîba bê çendî tu kirêt û megrûdî ye, te jî xwe tazî ne dikir… -3- Qenco ji neqenco pirsî: - Pepûko! çi te daye pey qevciyê û zarokên te têr nan naxwin! De hela tu jî weke min bike, Tê bibîne bê çawa rewşa te xweş dibe.. Qenco lê vegerand: - Ji ber yên weke min, yên weke te hene Zarokên te para zarokên min dixwin Ezê weke xwe bimînim tu wek xwe bimîne Mane Kurdan ji mêj ve gotine: "Qenc kiro bi xwe kiro, xerab kirio bi xwe kiro" -4- Yê bê şerm û fedî gazî birayê xwe Yê bi şerm û fedî kir: - çima tu wisa bi kul, xem û êşî? Birayê wî lê vegerand: Heger bêvla te bi şewitya Bê gûman tê jî weke min bi kul û keser ba..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz