Konê Reş
Konê Reş
2 görüntülenme
0 beğeni
Va çar sal derbas bûn
û Hêjî bayê evînê dilê min
Derbas nekir.
Dil dergehê xwe
Ji evîna tu kesî re
Venekir
Gelekan li dergehê dil dan
Hewil dan ku dil
Derê xwe ji wan re veke
Lê dil xwe kerokekir…
Gelekan xwe şêrînkirin
Gotin û şorên evîndariyê
Bi ser min de werkirin
Dîsa dil li wan ne vegerand
û xwe lalokekir…
Gelekan xwestin
Dergehê dil vekin
û tevî ku dil jenya, ponijî û
Mitale kir
Lê tu akama xwe li dil nekir û
Dil xwe korekekir
Gulistanê !
Bi tenê te dergehê
Dil vekir
Ez dibêjim qey tu
Sêhrdarî !!
Bi Xwedêkî bêje min;
çawa te dergehê dilê min vekir
çawa te vekir..
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Konê Reş şiirlerine dön