Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Rêwiyo ! Kes weke min Sikak û kolanên Bajarê min nasnake. Ez dizanim; Kîjan meyxane li kûye Kîjan çayxane li kûye û Kîjan bazarxane li kûye Tariye Tariyê bi ronahiyê Naguherînim Ez kiryarê ronahiyê me ? ? ? Raweste rêwiyo Ev bajarê mine Tu weke min, bajarê min Nasnakî Ev ne cirîda teye Ev cirîda mine Ez ji te bêtir Bajarê xwe nasdikim Welatiyên xwe nasdikim û Dizanim ji kîjan malê çend derbiderî Li bajarên dinyayê Kardikin Kolanan dimalin Solan boyax dikin û Avaniya avadikin… Tu weke min Ciwan,şivan û Hozan Nasnakî Ewên ku çixareyan di kolanan de Difroşin Ez û wan ji taxekê ne.. Tu weke min Hemo, Hiso û Elo Nasnakî Ewên ku Bilêtên bext û şensî Difroşin Ew, kurmam û kurxalên min in Erê rêwiyo, tu weke min Bajarê min nasnakî û Tu weke min Welatiyên min jî Nasnakî. *Kovara Nûdem, hj: 33/2000, Stokholm, Swêd

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz