Konê Reş
Konê Reş
2 görüntülenme
0 beğeni
Bi çax û demê xwe re
Kêfxweş, bextiyar û razîbe
Gazin û loman
Ji Beko û Ewanan meke
şor û gotinên wan
Diser guhên xwe re
Bavêje…
Di her çax û demê de
Beko û Ewan hene
Ez û tu emê bimirin
Wê Beko û Ewan bimînin
Wê Beko bimirin
Ez û tu emê bimînin
Ez, tu û Beko
Her emê bimînin
Em hevparên vê jiyanê ne
Ku Beko nebe
Yên weke min û te jî
Nabin, xuya nabin
Ez, tu û Beko
Em bingehê civatê ne
Erê em civat bi xwene
Mane civat;
Ji erênî û neyênî pêk tê
Ji min, te û Beko?!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Konê Reş şiirlerine dön