Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Mirovekî Kurd im Ji sala 1514 an ve ta roja îro, di kul, êşû janên gelê xwe de di ponijim xemxur û zikêşekî zimanê dê û bavê xwe me Yekim ji wan kesên ku, li dor malbata Bedir-Xanîyan di xepêrim… Ez Konê Reşim konê ku stûnên wî; bi kuçên ji çiyayê Sîpanê Xelatê, Barzan û Agirî bilind dibe çît û berçîtên wî; bi zil û qamîşa derdora çemê Dicle û Ferat dibe dîwar û bi hevirmêşa Mûşû Bazîdê hatiye hunandin Ben û şerîtên wî Ji hiriya berxên şikak û Heyderan, kerîyên koçerên Milan û Mîran hatiye ristin… Konê ku; ji mûyê bizinên zozanê Botan Zozanê şerefdînê û çiyayê Mazî hatiye çêkirin û bi rengê şevê hatiye debixdan da ku di rojê de belû û diyar be û xweşbê xuyakirin; Dinya û alem tev bibîne û bizanibe ku qet singên konê min ji nav xaka bav û kalan nayên hilkirin nayên hilkirin Ez Konê Reşim Mirovekî Kurd im Ne tu jiyane. şaristaniya ku xwe têde dibînin Ne tu şaristaniye, Vir û derewin Xêzek ji hêsrên pênûsa min Hemberî semyanê wan tevî ye Wê tev bimirin Lê Xêzên pênûsa min namirin Wê bimînin zindiye Wê bimînin zindiye ? ? ?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz